Bûyerpress
Kultûrname
Zeynulabidin Zinar
Ji destpêka Xwendina Medresê heta ku dawî lê dihat, şagird di sê pêngavan re dibihurîn:
1- Destpêka Xwendinê: Ev xwendin di sawiya dibistanê de bû.
2- Destpêka Feqîtiyê: Ev xwendin di sawiya mekteba navîn û lîseyê de bû.
3- Destpêka Talibtiyê: Ev xwendin di sawiya zanîngehê de bû.
Piraniya van şaxên cuda yên Medreseya Kurdî, her çiqasî ku bi zimanê erebî dihatin xwendin, lê dersdaran ew tev werdigerandin zimanê kurdî û dersa şagirdên xwe didan. Her weha çend pirtûkên ku xwerû bi zimanê kurdî bûne jî, bi dersîtî dihatin xwendin.
Di xwendina Medreseya Kurdî de derbaskirina wek pol (sinif) nebû, lê xwendina pirtûkan a li pirtûkên pey hevûdu de sufte bû ku jê re XWENDINA RÊZÊ dihate gotin.
Xwendina van pirtûkan wek zeman, di navbera15 û 22-25 salan de dihate kirin. Şagirdekî jêhatî û zîrek, dikaribû di 15 salan de jî kuta bikira. Lê eger şagird ne jêhatî bûya, belkî Xwendina Rêzê 20 heta 25 salan jî didomand.
Piştî ku xwendina Destpêka Talibtiyê diqediya, îcar dor dihate ser Wergirtina Îcazeya (destûrname) Xwendinê.
Piştî wergirtina destûrnameya Medresê, şagirt dibû xwediyê van xeysetan:
– Mafê meletiyê bi dest dixist û dikaribû hem meletî bike û hem jî dersa feqiyan bide.
Îcar kesên ku meletî dikin û ders bidin feqiyan jî, dibin du nivş:
1) Ji yekî re Meleyên Heftilmî tê gotin ku di Medreseya Kurdî de bi hindikî heft şaxên zanistiyê xwendiye.
2) Ji yekî re Meleyên Duwazdehilmî tê gotin ku di Medreseya Kurdî de bi hindikî duwazdeh şaxên zanistiyê û zêdetir dixwendiye.
Ji wan medreseyên kurdî zanayên pir mezin derketine ku di nava gelê xwe de, hem jî li Rojhilata Navîn, xasma jî li cîhana îslamî navûdeng dane û di pîşeya xwe de pir menşûr bûne. Ew şexsiyet, çi di warê olî û rêçikan (Terîqet) de be, çi di warê siyasî û serokatiya serhildanên kurdî de be û çi jî di warê zanistî, vêje û helbestvaniyê de be, karên pir hêja kirine.
Ji zarûkên kurdan zêdetir gelek turkmen, ereb, çerkez, çaçan, laz, gurcî û faris jî hebûne ku di Medreseyên Kurdî de perwerde dibûn.
Hin şexsiyetên wisa ji Medreseya Kurdî derketine ku ew êdî bûne malê dinyayê, wek Silhedînê Eyûbî yê kurd ku bûye hîmdarê duyemîn ê ola Îslamnê û wek Îsmail Cizîrî (1136-1206) ku ew wek bavê robot û computerê hatiye pejirandin.
Ev nivîs di rojnameya Bûyerpress, hejmara 77′ê de hatiye weşandin. 2018.4.1