Bûyerpress
Hevserokê TEV-DEMê Aldar Xelîl ragihand ku ji bo şerê Tirkiyê li ser Efrînê, ew li gel aliyên navdewletî hevdîtinan pêk tînin û got ku ewan aliyên navdewletî soza piştgîriyê daye.
Di gotareke xwe de ji rojnameya El-Weten re, Xelîl nivîsiye ku “bi şerê li ser Efrînê, Erdogan dawiya xwe aniye û dê Efrîn bibe qonaxeke nû ku tê de Erdogan tune bibe.”