Bûyerpress
Şero Dalînî
Wek ku tê zanîn, muzîk zimanê cîhanî yê yekem e. Di muzîkê de tu dikarî pareke mezin ji çand û kelepûra civakekê bibînî û di sitrana civakekê de asta têghiştin û pêşketina wî miletî xwe dide pêş. Jixwe di dema dawî de muzîk bi serê xwe wek ku derman ketiye di nava lîsteya dermanan de; li nexweşxaneyan ji bo kesên ku derûniya wan nebaş be tê bikaranîn. Ango muzîka nerm û nazik û ya ku rîtma wê bi kut-kuta dil re be, aramiyê dide yê guhdarvan.
Ev tê wê wateyê ku zarok jî wek mezinan heman sûdê ji muzîkê digirin.Aflatonê fîlozof di gelek nivîsên xwe de girîngiya muzîkê di jiyana zarokan de diyar dike. Ango muzîk di avakirina mêjiyê zarokan de dibe alîkar û her wiha sitran nahêle ku tu xwe ji bîr bikî.
Her kes dizane ku muzîk û sitrana kurdî li hember planên dagirkerên axa me kurdan ta radeyeke gelekî mezin zimanê me ji windabûnê parastiye, ne tenê parast, lê belê pêşxistin jî ji xwe re kiriye bar.
Em kurd li her çar parçeyên Kurdistanê, hebûna me bi serê xwe ji dagirkeran re armanc e, ji bilî vê yekê jî, sitrana kurdî hat wergerandin û muzîka wê jî pê re hat dizîn. Aniha ew sitran û muzîka wê nema kurdî ye, estromentê me ji xwe re kirin kevneşopî û kelepûr.
Li vir, asta jixwehezkirinê li cem kurdan gerek xwe bide pêş; kurd wek civakeke bindest, çawa dikare xwe bi sitranên xwe ava bike û xwe bi civaka cîhanî bide nasîn?
Bê guman gerek e em bandora sitranbêjên ku jiyan û xizmeta xwe bi gorî sitran û gotina kurdî kirine, ji bîr nekin;wek mînak: Nemir Mihemed Şêxo ku ewî jî bi saya helbestvanên mezin ên mîna Cegerxwîn, Rêncber, Sebrî Botanî, Bêbuhar, Bedirxanê Sindî û hwd… ên ku rêbertiya civaka kurdî dikirin û ta roja îro jî gelê me hêz û berxwedanê ji wan helbestan digirin .
Kurdên ku li derveyî welat û dûrî civaka xwe dijîn û ji ber ku dixwazin bi derdorê re têkildar bin; zimanê xwe di ser guhên xwe re diavêjin. Bi hêsanî tu yê pêrgî kurdekî ku nizane bi kurdî baxive bibî û di heman demê de çend sitranên kurdî ezber kirine. Ev ew kes e yê ku bi mebesta kar û xwendinê dûrî mala xwe dikeve û bê hemdî xwe dikeve bin bandora zimanên biyan, ango ne yê dayîkê.
Li vir sitran girîngiya xwe dide pêş û ev yek di serî de barê saziyên ku civakê bi rê ve dibin e.
Lê gerek e her malbateke kurd rol û bandora helbest û sitrana kurdî bîne ber çavan.
Sitran bi serê xwe şoreş û berxwedana li hember dagikeriya ku li zimanê me dihat û tê kirin e.
Nivîsên ku tên weşandin, nerînên xudanên xwe ne.
Ev nivîs di rojnameya Bûyerpress, hejmara 75′ê de hatiye weşandin. 2018.3.1