Zeynulabidîn Zinar
Bûyerpress
Ji bo ku meriv karibe bi Zimanê Kurdî yan bi zimanekî din bipeyive û pê binivîse, hin mercên bingehîn hene pêşî divî ew bi cih werin. Piştre êdî mirov dikare rind pê bipeyive û binivîse.
Hin ji wan mercan ev in li jêrê:
1- Divê meriv pêşî alfabeya Zimanê Kurdî rind bizanibe.
2- Divê meriv karibe fonetîka tîpên alfabeya Zimanê Kurdî bi lêv bike. Xasma jî dengê tîpa Ê, Î, U, Û, Q, X û Wyê derxîne.
3- Divê meriv zanibe Zimanê Kurdî ji kîjan şaxê zimanên dinyayê ye.
4- Divê meriv her roj bi qederê saetekê nivîsên kurdî yên cuda cuda bixwîne.
5- Divê her roj mirov çend peyvên kurdî yên pêdivî jiber bike, weke NAN, AV, SAVAR, PENÎR, ŞÎR û hwd.
6- Divê her roj meriv rûpelek A4 bi xameyê li ser kaxez bi kurdî binivîse û wê nivîsa xwe hilde, demek piştre dîsa derxe û bixwîne, ka çi guhertin di nivîsa meriv de çêbûye.
7- Divê meriv li her deverê û bi her kesî re bê fedî û şerm bi Zimanê Kurdî bipeyive.
8- Divê çu car meriv ji ber ku şaş bi kurdî dipeyive, fedî neke.
9- Divê meriv her roj bi qederê saetekê li radyo û televizyonên kurdî guhdarî bike û peyvên ku meriv jê fêm neke binivîse.
10- Dema ku meriv radizê, her şev di nava ciyê xwe de bi qederê 20-30 deqeyî fenteziyekê biafirîne û roja dî binivîse.
11- Divê hertim deftereke piçûk bi meriv re hebe û çi dema ku peyvek ji aliyê yekî ve hate gotin û mirov pê nizanibe, wê peyvê binivîse û piştre bipirse ka wateya wê çi ye.
12- Divê meriv çîrokên Folklora Kurdî pir bixwîne û şiroveya naveroka wan bike.
13- Divê meriv guhên xwe bide axaftina kurdên ku bi erebî, tirkî û farisî nizanin gava bi kurdî dipeyivin, ka ew çewa hevokên xwe ava dikin.
14- Dema meriv bi kurdî dipeyive, heta ku dest bide, divê meriv bêjeyên alecî bi kar bîne.
15- Dema mirov bi kurdî dipeyive, dive mirov ji nêv çarçoveya Çanda kurdî dernekeve.
16- Piştî ku ev xal bi cih werin, îcar dema ku meriv bi henek û pêkenokên xelkê yên bi kurdî keniya, hingê diyar dibe ku meriv rind fêrê Zimanê Kurdî bûye.
Bi hêviya fêrbûna her kesê ku nizane bi Zimanê Kurdî bipeyive, her şad û serkeftî bin…
Ev nivîs di rojnameya Bûyerpress, hejmara 74′ê de hatiye weşandin. 2018.2.15