Bûyerpress
Fermandariya Ceyş El-Siwar duh Duşemê bi rêya daxuyaniyekê ragihand ku ew ê li hember êrîşên dagîrkeriya Tirkiyê û komikên Mertala Feratê bersiveke tund bidin.
Di daxuyaniya xwe de Ceyş El-Siwar, komikên Mertala Feratê bi welatfiroşî û xwefiroşî bi nav kir û da zanîn ku evan komikan dest ji xelkê Heleb, Hema û Idlibê berdaye û hewl didin Efrînê dagîr bikin.
Hêza Ceyş El-Siwar ku li Herêma Efrînê hevalbenda YPGê ye, di daxuyaniya xwe de soza biserkeftinê da û got ku hêza wan têra xweparastinê dike.