Bûyerpress
Piştî ku artêşa dagîrker a Tirkiyê û çekdarên Mertala Feratê girê Qestel Cindo yê navçeya Şerayê dagîr kirin, Hêzên Sûryaya Demoqratîk êrîşeke tund li dij wan pêk anî û tevahiya girê Qestel Cindo ji nû ve kontrol kir.
Berdevekê HSDê Kîno Gabriyêl ragihand ku ji encama şerê kontrolkirina girê Qestel Cindo, 8 çekdarên Tirkiyê hatin kuştin û 13 çekdarên din birîndar bûn.
Bi heman awayî hêzên HSDê gundê Qerne jî ji nû ve kontrol kir û leşkerên Tirkiyê û çekdarên Mertala Feratê ji gund derxistin.