Bûyerpress
Sibeha îro Sêşemê artêşa Tirkiyê ya dagîrker bakurê taxa Hilêliyê bi giranî topbaran kir, ji encama topbaranê du zarok birîndar bûn û mala welatiyekî taxê hat wêrankirin.
Li gorî peymanhinêrê Bûyr fm, artêşa Tirkiyê 15 avêjtokên hawinan avêtin leşkergeha YPGê ya li taxa Hilêliyê û malên derdorê, ji encama topbaranê du zarok birîndar bûn û xaniyekî taxê wêran bû.
Artêşa Tirkiyê ya dagîrker ev heye çend roj ku pirî deverên sînorî yên Herêma Cizîrê bi giranî topbaran dike.