Bûyerpress
Çekdarên Artêşa Tirkiyê û komikên girêdayî wê, ji Kelha Sem’anê her du navçeyên Şêrawa û Şera yên Herêma Efrînê, bi giranî topbaran dikin.
Li gorî ku dezgehên ragihandina xwecihî ragihandiye, gundê Basûfanê yê navçeya Şêrawa û devera Vêlat Qadî ya navçeya Şera bûne armanca topbarana Tirkiyê û bi avêjtokên katyoşa û hawinan tên topbarankirin.
Zêdetir ji çar rojan e ku pirî deverên Efrînê ji hêla artêşa Tikiyê, komikên rikberiya Sûrî û Cebhet Elnusrayê ve bi giranî tên topbarankirin.