Bûyerpress
Zêdetir ji 3 rojan e û hetanî aniha, topbarana çekdarên Cebhet El-Nusra, komikên Mertala Feratê û artêşa Tirkiyê li ser deverên Cendirês û Şêrawa yên Herêma Efrînê ranewstiyaye.
Li gorî ku hatiye ragihandin, di roja Şemiyê de bi qasî 35 avêjtokên hawinan li her du gundên Celemê û Îska ketine, û aniha di navbera komikên êrîşkar û şervanên YPGê de şer li dar e.
Ji aliyekî din ve û di heman rojê de, Artêşa Tirkiyê Pira Heşrekiya û gundê Ferferkê yên devera Racoyê bi giranî topbaran kirin, ji aliyê xwe ve YPGê jî bersiv da.