Bûyerpress
Piştî xwekişandina ji danûstandinên Cinêva 8’ê, duh Yekşemê careke din şandeya Rêjîma Sûrî vegeriya Cinêvê, da ku tevlî gera 8’ê ya danûstandinan bibe.
Biryra bi wê yekê heye ku îro Duşemê şandeyên rêjîma Sûrî û rikberiya Sûrî bi serperştiya Şandiyê Navdewletiyê ji bo Sûryayê Stivan De Mistora, li gel hev bicivin.
Nakokiyên di navbera rêjîm û rikberiyê de li ser qonaxa veguhêz û çarenûsa Serokê Rêjîma Sûrî Beşar El-Esed in.