Bûyerpress
Li aliyê Dêra Zorê û li ser sînorê di navbera Sûrî û Iraqê de, hejmarek ji fermandarên Hêzên Sûryaya Demoqratîk li gel fermandarên artêşa Iraqî civiyan, û ji bo parastina sînor, avakirina navendeke hevrêzî û hevkariyê hat ragihandin.
Her du Fermandarên Giştî yên Pêngava Bagera Cizîrê Hesan Qamişlo û Engîzek Xelîl, duh Yekşemê li gel fermandarên Artêşa Iraqî civiyan û odeyeke kordînasyonê ava kirin.
Rengê hevrêzî û çalakiyên di navbera her du aliyan de hêj nehatiye zanîn, tenê ew yek hatiye ragihandin ku dê ev hevkarî, hetanî tunebûna DAIŞê li dar be.