Bûyerpress
Der heqê gotara Heyder Ebadî de ku tê de tunebûna DAIŞê li Iraqê ragihand, Wezareta Pêşmergeyan daxuyaniyek da û tê de nerazîbûna xwe diyar kir ku ji ber çi Ebadî sipasiya hemî hêzên çekdar kiriye û bal nekişandiye ser hêzên Pêşmergeyan di şerê li dij DAIŞê de.
Di daxuyaniyeke xwe de duh Şemiyê, Wezareta Pêşmergeyan nerazîbûna xwe nîşan da û got ku eger Pêşmerge nebûya, dê aniha nîvê xaka Iraqî di destên DAIŞê de bûya.
Di heman daxuyaniyê de Wezareta Pêşmergeyan got ku piştî evê kiryar û nankoriyê, dê çawa gelê Kurdistanê ji Iraqê hez bike.