Bûyerpress
Serokwezîrê Iraqî Heyder Ebadî duh Şemiyê bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên Iraqî seranserî sînorê di navbera Iraq û Sûryayê de kontrol kiriye, ji vê yekê got ku şerê li dij DAIŞê li Iraqê bi dawî bû.
Di heman demê de, Artêşa Iraqê ragihand ku ji başûrê Şengalê hetanî navçeya Qayîmê, xeta sînorî ya di navbera Iraq û Sûryayê de bi temamî ji DAIŞê hatiye paqijkirin.
Di gotareke xwe ya telefizyonî de, Ebadî ji tunebûna DAIŞê li Iraqê, sipasiyên xwe ji bo piraniya hêz û komikên çekdar pêşkêş kirin.