Bûyerpress
Piştî 5 rojan ji derengmayînê, biryar pê heye ku îro Yekşemê şandeya Rêjîma Sûrî bigihîjê Cinêvê, da ku tevlî qonaxa duyem jig era 8an a Cinêvê bibe.
Li gorî ku hatiye ragihandin, piştî ku şandeya rêjîmê xwe ji Danûstandinan vekişand, êdî Rûsyayê û Şanderê Navdewletî fişar li rêjîmê kiriye da ku şandeya wê careke din vegere danûstandinan.
Her wiha hat ragihandin ku Amerîka û Ewrupayê fişar li herdu aliyan kiriye ku xwesteka çûna Esed bê sekinandin û partiya PYDê li danûstandinan amade bibe.