Bûyerpress
Wezîrê Derve yê Fransî Jean Yves Lodrian ragihand ku aniha 40% ji xaka Sûrî û 60% ji petrola Sûryayê, li jêr kontrola Hêzên Sûryaya Demoqratîk e.
Wekî bersivdayînekê li hember daxuyaniyên Rûsyayê ku gotibû me tevahiya Sûryayê ji DAIŞê paqij kiriye, Wezîrê Derve yê Fransî got ku bi hevkariya Hevpeymana Navdewletî, 40% ji xaka Sûrî li jêr kontrola HSDê ye.
Her wiha Lodrian got: “Dibe ku di dema dawî de û bi alîkariya rêjîma Sûrî, Rûsyayê rojhilatê çemê Feratê kontrol kiribe”.