Bûyerpress
Cara duyan e ku 1100 penaberên gundewarê Dêra Zorê ji kampa Sedê vedigerin malên xwe, ew jî bi hevrêziya li gel Meclisa Dêra Zorê ya Sivîl.
Li gorî ku hatiye zanîn, piştî tunebûna DAIŞê li wan deveran, êdî kerwanê penaberan vedigerin deverên Dîban, Sebha, Siwer û Teyana ku aniha li jêr kontrola Hêzên Sûryaya Demoqratîk in.
Li gorî agahiyên birêvebiriya kampa Sedê, aniha 50 hezar penaberên Dêra Zorê di kampê de bi cih in û hin bi hin vedigerin warê xwe.