Bûyerpress
Ferîd Mîtan
Hema banga melayê esrê biketa guhên min, êdî maratona bendewariyê bi dawî dihat.
Wê hingê dêya min hew karîbû bigota: “Tu yê vê keleqiçêna germê li kolanan çi bikî..?”
Bi dest xwe re, min her du lingên xwe diêxistin di şimika filînî de û wekî nêçîra ku ji davê bifilite, wisa ji deriyê malê derdiketim.
Ne tenê ez, lê bi dehan ji zarokên kolanê bi navê min hebûn.
Li gel çend zarokên amade, me pişta xwe dida pala dîwarekî û deriyên malên hevalên xwe yên nehatî, dikirin armanca çavên hûr û bêguneh…
Gotinên xweş û hestên dilsoziya bilind ku bi xurtî li bal her yekî ji me hebûn, me nizanîbû bi rêya axaftinê ji hev re bigota; lê ji bêyî ku tu kes bibe kîndarê yê din, gelek caran me dijûn ji hev re dikir û pirî caran li hev jî dixist.
Tu kesî ji me soz nedabû, ne jî kesî sond xwaribû, lê di dilê her yekî ji me de, sozeke Mêrê Berê li dar bû.
Ji beriya ku hevalên derengmayî bên, me li ser lîstikekê erê dikir û du serok ji nêva xwe derdixistin.
Kesên amade li ser herdu serokan dihatin dabeşkirin. Ên derengmayî jî, wekî ku amade bin, dibûn ji destê yekî ji her du serokan.
Piştî xirecir û qerebalixa amadekariyên lîstikekê, carinan yek an jî du hevalên me nedihatin.
Îcar bêhêvîbûnekê xwe li civata me zarokan dipêça.
Bêyî galegal û gotegotan, dê zarokek ji nêva civatê rabûya û ber bi mala zarokê ku nehatiye ve, biçûya…
Zarokê ku biçûya, her hal dê xwe ji xeber û sixêfên bav an jî dêya hevalê xwe re(Ê ku ji ber sedemeke nediyar, di malê de asê maye) amade bikira…
Çawa ku digiha deriyê malê, da ku malbata hevalê wî hêrs nebe, bi rêzdarî li derî dixist…
Bi vekirina dêrî re:
-Xêr e, te çi divê?
-Xaltîkê Şêro li mal e?
-Na ne li mal e, çûye gund. Tu çi jê dixwazî?
Wekî ku mêrek kuştibe û li girtîgehê îfadeya xwe bide, digot:
-Ji bo em ji xwe re bilîzin.
-Hew were pê Şêro, eger ji gund bê jî, xwendina wî heye.
Û gurmîn ji derî dianî..
Îcar ew zarok dê wekî kalmêrekî heftêsalî xwe xwîz bike û vegere nêva civata zarokan, da ku ji wan re bibêje:
“Şêro li mal bû, lê dêya wî got çûye gund..”
Civata zarokan diket di nava keftûleftê de û lîstik li dar diket.
Lê Şêroyê di malê de asêmayî, li bîra hemiyan bû.
Em mezin bûn; kîn û rik jî bi me re mezin bûn û di nêva penc û kulabên ezeziyê de, soza Mêrê Berê hat fetisandin..
Eger îro 100 Şêro di şopekê de tune bibin, ne wekî nîva wê xemgîniyê ye ku tenê Şêroyek ji lîstikeke zaroktiyê bêpar bimaya.