Bûyerpress
Der heqê biryara Serokê Amerîkayê Donald Trump de ku bajarê Quds wekî paytexta Israyîlê ya nû ragihand, Erebistana Si’ûdî, Turkî, Misir, Urdin, Sûrî û tevahiya welatên Ereban nerazînûneke tund li hember biryarê nîşan da.
Ji aliyê xwe ve Neteweyên Yekbûyî got ku divê bi rêya danûstandinan çarenûsa Qudsê ya dawîn bê destnîşankirin.
Ji aliyekî din ve jî, Yekîtiya Ewrupî der barê biryara Trump de dilgiraniya xwe nîşan da û got ku divê hemî tişt bi rêya danûstandinan û bi razîbûna herdu aliyan, bibin.