Sitêrname 4
Narîn Omer
Malbata Bedirxaniyan ne tenê bi dana mêran zengîn bû, belê jinên wê jî jîr û zanyar bûn, mîna Rewşen û Leyla Bedirxan.
Taybetmendiya Leyla ew e ku ew derbasî holeke cuda ji hêla malbatê bûye (Hêla sema û hunerê), ev hêla ku derbasbûna wê di wê demê de ne tenê li ser jina Rojhilat û Kurd, belê li ser jinên welatên Ewropayê jî qedexe bû.
Leyla dibêje dema ku wê li semadara navdar “Isadora Duncan” li Qahîraya paytexta Misrê temaşe kiriye, ew bûye evîndara semaya “Balê” û piştre biryar daye ku terxandina wê ya hunerî bi wî hawî be.
Dema malbata wê berê xwe dide welatê Swêsrayê û li wir bi cih dibe, ew bi dest xwendina hunerî dike, diçe Viyêna paytexta Nemsayê û xwendinê berdewem dike. Li wir cara yekemîn li ser textê reqsê disekine û xwe wekî semadareke nûjen û jêhatî dide nasîn. Paşê xwendina xwe li akademiyên Balê yên Elmanya, Ferensa û Belcîkayê berdewam dike.
Nav û dengê wê li hawîrdorê Ewropayê û li çend welatên Eerebî jî belav dibe…dibêjin ku padîşah, serok û rêvebirên Ewropa û welatên rojhilatê li ahengên wê amade dibûn û li tabloyên wê jî temaşe dikirin.
Tevlî van tiştan, Xanim Leyla netewperwerî û welatparêziya xwe eşkere dike, hestên xwe bi coş dike dema dibêje:
“Ez Kurd im. Bapîrê min Mîrê Kurdistanê bû”.
Lê tişta herî balkêş ew e ku malbata Bedirxaniyan dijî biryara wê rawestaye, niyaza wê qedexe kiriye, her wiha jêderên malbatê li sere neaxivîne û navê wê neanîne li ser ziman.
Leyla guh dide folklor, çanda Kurdî û hunerê, û vê yekê di nivîsînên xwe de diyar dike.
Tabloyên wê pir in, ji wan: Şahjin Belqîs, Baliya Mar û Keçika Qereçî.
Leyla ne tenê semadar bû, belê ew nivîskar jî bû.
Ji bilî nivîsînên wê yên li ser sema û govendên Kurdan û Rojhelata Navîn, çend eser û pirtûkên wê li ser olên Zeradeşt, Hindî, Farisî û Misrî hebûn.
Li ser awayên reqsa xwe dibêje:
“Min ji reqsê her dem hez dikir, û dema em li Misrê bûn min li reqsa jinan a gerêlî temaşe dikir”
Û dibêje:
“Ez bi celebên gerêlî û nûjen radibim; lê min di hunera xwe de awayekî taybet ji xwe re afirandiye, ku ez gelekî lingan nahejînim, belê cendek û destan bêhtir”.
Leyla dixwest bi hunera xwe, huner û çanda kurdî ya resen diyar bike, û bi saya bîrdanka xwe ya xurt li pêş gelan bike, ji ber ku wê gelek çîrok û çîvanok û serpêhatiyên gelêrî û şaristanî di bîrdanka xwe de veşartibûn.
Leyla bi hêz û hestên xwe, bi agahî, zanist û rewşenbîriya xwe, bi kesayetiya xwe, bi evîniya welat, xak û gel, jineke taybetmend bû.
Tevlî dûrbûn û koçberiyê; lê nav û dengê Leylayê li nava Kurdan û hemî hêlên cîhanê belav bû. Mezintirîn rojname, kovar û dezgehên ragihandinê li ser huner, nivîsîn û kesayeta wê axivîne…. Ji vê yekê bûye simbola jina Kurd û Rojhilata Navîn, û hemî jinên jêhatî û jîr.
Leyla Bedirxan di sala 1908’ê de li Stenbolê ji dayîk bûye.
Bevê wê Ebdurezaq Bedirxan e. Dêya wê Henrîta ye, ku ew bi xwe ji welatê Nemsa ye.
Keçeke wê heye, navê wê “Nêvîn” e, ew li Misrêrojnamevaneke navdar e.
Mixabin, di sala 1986’ê de li Parîsa paytexta Ferensayê, diçe ber dilovaniya Xwedê.
Leyla jineke ku divê em Kurd lê bi xwedî derkevin, li ser kar û xebata wê rawestin, da em bikaribin dilopekê ji dana wê, lê vegerînin.
Silav û aramî li giyanê wê, rêz û rumet ji ked û dana wê ya bêhempa re.
Ev nivîs di rojnameya Bûyerpress, hejmara 68′an de hatiye weşandin 1.11.2017