Bûyerpress
Berdevkê Fermî yê Wezareta Berevaniya Emerîk Ediryan Galawê ragihand ku kerwanê çekdarên DAİŞê ku dixwaze bigihe deverên kontrola rêxistinê, hîn jî di bin çavdêrî û kontrola wan de ye.
Galawê ragihand ku Emerîka rêz ji biryarên cengê re digire û li gorî rêkeftinekê di navbera wan û Rûsya de, ew ê zarokan ji kerwanê DAİŞê veqetîne.
Ji beriya aniha rêjîma Sûrî û Hizbulaha Libnanî li gel DAİŞê rêkeftibûn û biryar pê hebû ku hikûmeta Sûrî karîdoreke biewleh ji wan çekdaran re peyda bikira.